zengilok navdêr, mê
- (zengila biçûk) Binere: zengil
- (anatomî) Pêkhateyek li qirrika mirov de cih digire. Ji cotek dengejê û valahiya nav dengejêyan pêk tê. Dengê mirov li vir peyda dibe. Dema henasedayinê baya hewaya pişikê, dengejêyan dilivîne bi vî awayê deng çê dibe. Dema daqurtandina loqa xurekê, devê zengilokê ji aliyê zimanê kirkiragî ve tê girtin, bi vî awayê xurek nakeve nav borîhewayê, lê derbasê soriçikê dibe.
Çavkanî: Wîkîferheng – „zengilok“ · CC BY-SA 4.0